Li Amedê ji 27 saziyan banga hişyariyê hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316860-li_amedê_ji_27_saziyan_banga_hişyariyê_hat_dayîn
Li Amedê bi ser bilindbûna asta Vîrûsa Koronayê de 27 saziyan banga hişyariyê li xelkê kirin û ragihandin ku bi vê lezê vîrûs belav bibe dê bingeha tenduristiya bajêr xira bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2020 05:57 Asia/Tehran
  • Li Amedê ji 27 saziyan banga hişyariyê hat dayîn

Li Amedê bi ser bilindbûna asta Vîrûsa Koronayê de 27 saziyan banga hişyariyê li xelkê kirin û ragihandin ku bi vê lezê vîrûs belav bibe dê bingeha tenduristiya bajêr xira bibe.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Heta li Tirkiyê ji bo Vîrûsa Koronayê rewşa qedexe û tevdîrên din dom dikirin li bajarên kurdan jî rewş normal bû, lê piştî ku qedexe rabû, "rewşa normal" dest pê kir di serî de li bajarên kurdnişîn li gelek cihan bûyerên Vîrûsa Koronayê zêdetir hatin dîtin. Bi taybetî li Amed û hin bajarên din ên kurdnişîn bûyerên vîrusê zêdetir bûne. Li ser vê yekê îro Odeya Tebîban, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Hekimên Diranan, Baroya Amedê, Platformên KESK'ê, saziyên pîşe û karsazên Amedê jî di nav de 27 saziyan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Li ser pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê tu agahî di destên me de nîn in. Em bi vîrûsek ku bilez belav dibe, derziya wê nîn e û dermankirina wê jî nîn e re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê ji bo mirovan tevdîrgirtin gelek muhîm e û ew qas jî lazim e. Ligel hemû tevdîrên hatine girtin jî li bajarê me her roj bûyerên vê vîrûsê zêdetir dibin. Ger bi vî awayî hejmara bûyerên ji vê vîrusê zêde bibin dê encamên nexweş dertên holê, bingeha tenduristiya bajêr têk here."

Di daxuyaniyê de saziyen xwest ku bila her kes hay ji paqijî hebe, beşdarî civînên giştî (şînxane, dawet, nîşan, mewlûd) nebe, ger ne mecbûr be dernekeve derve, ji mirovan dûr bisekine, li cihên ji mecbûrî derkeve devre jî bila dev û pozên xwe bi maskeyê bigire, navbera xwe û kesên din fireh bigire (herî hindik 2 metre)..