Li Tirkiyê 18 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316849-li_tirkiyê_18_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê 18 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 1600 kesên din jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 19:05 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 18 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 18 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 1600 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Tirkiyê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 1592 kes li Tirkiyê bi Koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 179 hezar û 831 kesan.

Li gorî amarên wezareta tenduristiya Tirkiyê, ji duhî de 18 kes jî li wî welatî bi Koronayê mirine û hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 4 hezar û 825 kesan.

Li Tirkiyê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 152 hezar û 364 kesan. Rewşa 722 nexweşan jî baş nîne.