El-Mismarî: Divê hesabê sûcên li Lîbyayê ji Erdogan werin xwestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316838-el_mismarî_divê_hesabê_sûcên_li_lîbyayê_ji_erdogan_werin_xwestin
Berdevkê Hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî da zanîn ku dewleta Tirkiyê li Lîbyayê sûcên dermirovî pêk tîne, lewma divê Erdogan were cezakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 11:02 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Divê hesabê sûcên li Lîbyayê ji Erdogan werin xwestin

Berdevkê Hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî da zanîn ku dewleta Tirkiyê li Lîbyayê sûcên dermirovî pêk tîne, lewma divê Erdogan were cezakirin.

Ehmed El-Mismarî anî ziman ku serokkomarê Tirkiyê hewl dide petrola li Lîbyayê serwer bike, lê ew ê xewna xwe bi ser nexe, li gel vê yekê serokkomarê Tirkiyê di derbasbûna Sirtê de jî bi ser neket. Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku herêmên petrolê ji şîrketên petrolê yên biyanî jî pêk tên, ew jî wê wateya ku li dijî wan herêman dijminatiyeke navdewletî heye.

El-Mismarî diyar kir ku helwesta leşkerî li gorî planên fermandariya giştî bi rê ve diçe, her qonaxek xwedan planekê ye, niha jî hêzên Dewleta Wîfaqa Nîştimanîb zehmetiya vê yekê dikişînin û lewma zirarên madî û windahî hene.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Erdogan hewl dide helwestan komî ser hev bike û careke din hêzan û çekan bişîne, heft keştiyên şer li peravên Lîbyayê hene û Erdogan bi hemû hêza xwe amadekariya şer dike."

Ehmed El-Mismarî diyar kir ku erêkirina hikumeta Wîfaqê ya li ser çûna danûstandinan ne cidî ye û hîn jî hêzên xwe dişîne, di heman demê de jî ji Tirkiyê û heta bi Mesrata, Miêtîqa û Ziwara pireke asîmanî û deryayî heye.

Artêşa Lîbyayê yekşema derbasbûyî hesabê êrişên hêzên Wîfaqê yê li ser Sirtê ya li naverasta Lîbyayê  kir lewma alîkariya yekîneyên leşkerî yên li wir kir û teqemenî şand eniyên bajêrê.