Meclîsa Jinan a HDPê: Bêrêziya li hember Başak Demirtaş encama siayseta desthilatê ye
Meclîsa Jinan a HDPê li hember bêrêzî û sivikatiya di derheqê Başak demirtaşê, hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, nerazîbûn nîşan da û diyar kir, ku ew bêrêzî û êrîş, ji encama siyasetên desthilatdariya AKP-MHPê ye.
Duh li ser medyaya civakî kesekî bi navê Vedat Yazicî, li hejmara xwe ya twitterê bi gotinên kirêt, bêrêz û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê kiribû û ev yek rastî karvedaneke berfireh û nerazîbûna xelkê û kesayetên siyasî hat.
Têkildarî mijarê, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, Meclîsa Jinan a HDPê bêrêziya li hember Başak Demirtaş şermezar dike, desthilata Tirkiyê li hember van core bêrêziyan berpirsyar dibîne û dibêje: “Desthilatdariya AKP-MHPê bi rêya trolên xwe êrişên zayendîperest ên li dijî jinan didomîne. Duh jî li dijî Başak Demîrtaş hevsera Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş êrişên zayendîperestî hate kirin. Ev êriş xwe dispêre polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan.”
Meclîsa Jinan a HDPê destnîşan kiriye:“Em zîhniyeta ku êrişî Başak Demîrtaş dike nas dikin. Ev ziman û zîhniyet, têkder e, zimanê çeteyên riziyayî ye. Em dizanin ku desthilatdariya heyî bi siyasetên xwe hemû destkevtiyên jinan kire hedef. Lewma ev êrişa li ser Başak Demîrtaş, li dijî têkoşîna jinan e.”
Herwiha di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dijî siyasetên desthilatdariya li Tirkiyê yên li jinan, bibin yek û hate gotin: “Em dê bi berxwedan û piştevaniyê xwe biparêzin û bijîn.”
Meclîsa Jinan a HDPê amaje bi wê yekê dike, ku êrişên bi vî awayî pêştir li hember jinên wek Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gulten Kişana hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ev êriş ji pêvajoya zext û zora li ser HDPê û têkoşîna jinan a HDPê cuda nîne.