Fransa: Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê nayê qebûlkirin
Serokomarê Fransayê di daxuyaniyekê de destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kir û ragihand: “Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê nayê qebûlkirin û xweş nayê pêşwazîkirin.”
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandiye, Tirkiye ber bi “siyaseteke bêtir şeranî” li Lîbyayê ve diçe û dibêje: “Tirkiyê bi aşkere 7 keştî li beravên Lîbyayê bicih kirine û dorpêça çekan a li ser Lîbyayê binpê kir. Destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê nayên qebûlkirin û nayên pêşwazîkirin.”
Emmanuel Macron di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir: “Tirkiye ji NATOyê mifayê dibîne” û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku “Parîs rê nade vê yekê. Di derbarê Lîbyayê de em dê di NATOyê de hevdîtinan bikin.”
Tirkiye bi awayekê aşkere piştgirî li hikûmeta li Trablusê ya bi serokatiya Fayiz Serrac dike û di wan demên dawiyê de bi balafiran û keştiyan, serbaz û çek ji wê hêzên Trablusê re şandiye.
Du roj beriya niha ajansa fermî ya Tirkiyê AA raportek derbarê serbazên Tirkiyê yên li Lîbyayê belav kir û têde wêneyên serbazên Tirkiyê yên li Lîbyayê hatibûne weşandin û amaje bi wê yekê hatibû kirin, ku ew serbaz li Lîbyayê mijûlî pûçkirina mînan in ku di şerê navxweyî yên li wî welatî de li derdora bajaran hatine danîn.
Herwiha di serdana heftiya bihorî ya Fayiz Serac de bo Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep tayyip Erdogan bi aşkere ragihand, ku ew dê li ser piştgiriya hikûmeta Trablusê berdewam bin.
Lîbya ji sala 2011an ve ku bi êrîşa NATOyê hikûmeta Muemer Qezafî hat rûxandin, tûşî şerekî navxweyî bûye.
Ji bilî hikûmeta Trablusê, hikûmeteke din li rojhilatê Lîbyayê heye ku navenda wê bajarê Binxazî ye û generalê xanenişîkirî Xelîfe Hefter serokatiya wê dike û Misir, Îmarat û Rûsya piştgiriya wê hikûemtê û hêzên wê ku wek Artêşa Niştimaniya Lîbyayê tên naskirin, dikin