Li Êlihê 2 berpirsên HDPê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316806-li_Êlihê_2_berpirsên_hdpê_hatin_girtin
Li parêzgeha Êlihê (Batman), du berpirsên rêkxistinên bajarokekî yên HDPê hatin binçavkirin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 14:37 Asia/Tehran
  • Li Êlihê 2 berpirsên HDPê hatin girtin

Li parêzgeha Êlihê (Batman), du berpirsên rêkxistinên bajarokekî yên HDPê hatin binçavkirin

Li gor medyayên nêzîkî HDPê, hêzên ewlekariya Tirkiyê bi tometa handan û karkirina ji bo PKKê avîtine ser avahiya liqa rêxistina HDPê ya li bajarokê Bişêriyê ya ser bi parêzgeha Êlihê û dest bi lêkolînan kirine.

Berî ku hêzên ewlehiyê bi ser avahiya HDPê ya Bişêriyê de bigirin, bi amadebûna parêzerê HDPê, her yek ji Hesen Şakar, Şefîqe Çetîn hevserokên rêxistina HDPê yên wî bajarokî şandine Rêveberiya Asayişa navçeyê, daku lêkolîn bi wan re bê kirin.

Li gor zanyariyan, piştî lêkolînan, biryara girtina hevserokên rêxistina HDPê ya li Bişêriyê, Hesen Şakar û Şefîqe Çetîn hat dan û ew hatin girtin.

Duh jî 8 endamên HDPê bi tometa endametî û bangeşeya bo PKKê li Amedê hatibûn girtin.