Ji bo rêgirtina li meşa HDPê deriyên 9 parêzgehan hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316794-ji_bo_rêgirtina_li_meşa_hdpê_deriyên_9_parêzgehan_hatin_girtin
Li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê qedexeya çalakî û daxistina deriyan bo rêgirtin li meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo dema sê rojan, hat ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 06:45 Asia/Tehran
  • Ji bo rêgirtina li meşa HDPê deriyên 9 parêzgehan hatin girtin

Li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê qedexeya çalakî û daxistina deriyan bo rêgirtin li meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo dema sê rojan, hat ragihandin.

Roja 4ê Hezîrana 2020ê, Parlamentera Colemêrgê ya HDPê Leyla Guven û Parlamenter Mûsa Farisogullari bi piraniya dengên her du fraksyonên AKPê û MHPê parlamenteriya wan hat betalkirin. HDP jî bi armanca pêşandana nerazîbûnê biryara meşa seranserî da.

HDP dixwaze sibê ji du cihan dest bi meşê bike. Ji Colemêrgê û ji bajarê Edirneyê bikevin rê heta digihin Enqerê. Hikûmeta Tirkiyê jî dijî HDPê, deriyên sînorê hatûçûnê û qedexeya çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana çadir û standan li 4 parêzgehên kurdnişîn ên wek Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê ragihand daku astengê li ber beşê başûrê meşê çêbike.

Bi heman awayî li parêzgehên Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê jî ku beşê bakurê meşê ye asteng ji HDPê re çêkiriye, hevdem li parêzgehên Kocaelî û Şirnexê qedexe bo dema 15 rojan berdewam dibe, berevajiya bajarên din ku tenê 3 roj dibe.

Sedema rêgirtinê jî bi parastina asayîşa navçeyan û parastina tendirûstiya giştî ve hatiye girêdan. Qedexeya çalakiyan û daxistina deriyên parêzgehan, îro Yekşemê (14.06.2020) destpê kir û heta (16.06.2020) berdewam dibe.