Tirkiyê bi balafirekê 126 çekdarên din şandin Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316772-tirkiyê_bi_balafirekê_126_çekdarên_din_şandin_lîbyayê
Dewleta Tirkiyê dîsa çeteyên ku li Sûriyê li dijî hikûmeta vî welatî şer dikirin dişîne Lîbyayê û îro balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî tê de bûn gihande Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi balafirekê 126 çekdarên din şandin Lîbyayê

Dewleta Tirkiyê dîsa çeteyên ku li Sûriyê li dijî hikûmeta vî welatî şer dikirin dişîne Lîbyayê û îro balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî tê de bûn gihande Lîbyayê.

Tora Erebiyê diyar kir çavkaniyan da zanîn ku balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî hebûn gihaşt Lîbyayê.

Di pênşema borî de hêzên Wîfaqê diyar kir ku Tirkiyê pira asîmanî ya navbera Tirkiyê û  Lîbyayê vekiriye.

Hikumeta Wîfaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Serac ragihandibû ku 4 balafirên leşkerî(C130) yên Tirkiyê ku erzaq bar kiribûn ber bi Misratayê ve çûn. Vê hikumetê dabû zanîn ku 13 balafirên Tirkiyê derbasî Lîbyayê bûne.

Dewleta Tirkiyê di demekê de leşker û locestîkê digihîne Lîbyayê ku  NY`yê û welatên ewropî û Amerîkayê xwestine bila gişt biyanî ji Lîbyayê derkevin û diyalogên di navbera hikumeta Wîfaqa Nîştimanî û koma Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî Lîbyayêwerin despêkirin û krîza vî welatî ji riya siyasî ve çareser bibe.