Li Amedê bi tohmeta têkildarî PKKê 22 kes hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316756-li_amedê_bi_tohmeta_têkildarî_pkkê_22_kes_hatin_desteserkirin
Li Amedê di encama operasyonekê de 22 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Li Amedê bi tohmeta têkildarî PKKê 22 kes hatin desteserkirin

Li Amedê di encama operasyonekê de 22 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin desteserkirin.

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, duh di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de li 2 bajaran operasyoneke berfireh hat kirin.

Di çarçoveya wê operasyonê de, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser 36 mal û avahiyan de girtin û 22 kes bi tohmeta ku karûbarên birêvebirin û rêkxistina girtiyên KCKê kirine, hatine desteserkirin.

Ev di demekêd de ye ku duh jî li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê, polîsan di saetên sibehê de, bi ser gelek malan de girtibûn û 5 kes desteser kiribûn.

Herwiha li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî bi hinceta ku îfade di derbarê wan de hene, 6 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.