Li Tirkiyê 15 kes bi koronayê mirin
Hezîran 12, 2020 18:10 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di maweyê rojekê de 15 kes bi koronayê mirin û 1195 kes jî bi koornayê ketin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca li hejmara xwe ya Twîtterê dawîn amarên qurbanî û pêketiyên koronayê belav kirin.
Li gor amarên Koca belav kirine, di maweyê rojekê de li Tirkiyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan, 1,195 haletên nû yên tûşbûna bi koronayê hatin tomarkirin û 1,242 nexweşên koronayê jî baş bûn.
Li gel dawîn amaran, li Tirkiyê, heta niha 175,218 kes bi koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 4,778 kes mirine û 149,102 nexweşên koronayê jî baş bûne.