Tirkiyê biryar da: Deriyên sînorî vekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316751-tirkiyê_biryar_da_deriyên_sînorî_vekin
Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku ji bilî deriyên sînorî yên li gel Îranê, tevahiya deriyên sînorî yên li welatên cîranê xwe vebike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 18:01 Asia/Tehran
  • Tirkiyê biryar da: Deriyên sînorî vekin

Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku ji bilî deriyên sînorî yên li gel Îranê, tevahiya deriyên sînorî yên li welatên cîranê xwe vebike.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ku roja di civîna kabîneya serokomariya Tirkiyê de ku duh 11ê Hezîranê hatiye lidarxistin, biryar hatiye dan ku deriyên sînorî  yên li gel tevahiya welatên cîran bêne vekirin, lê ew biryar Îranê li xwe nagre.

Li gor daxuyaniyê, ji bilî Îranê, dê sînorên bejahî, esmanî û deryayî yên Tirkiyê li gel welatên cîran bêne vekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku hatûçûna hemwelatiyên Tirkiyê û yên biyanî ji wan deriyên sînorî re dê asayî be, lê dê ji her kesê re pişkinîna koronayê bê kirin û ew pişkinîn jî dê bê beramber bin.

Li gorî wê daxuyaniyê, hatin û çûna bi rêya balafiran yan jî ji sînorên deryayî jî asayî dibe, lê dê di çarçoveya rênimayên tendirustiyê de serederî li gel rêwiyan bê kirin.

Hikûmeta Tirkiyê jî weke gelek welatên din ên cîhanê, di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna koronayê de, demek e dirêj e ku tevahiya deriyên sînorî yên li gel welatên cîran girtine, lê belê tevgera bazirganî li hejmarek deriyên sînorî bi cîbicîkirina protokolên taybet bi rûbirûbûna koronayê berdewam bû.

Di navbera Tirkiyê û Îranê de sê deriyên sînorî yên Gurbulag-Bazirgan, Sero-Esendere, Kapikoy –Razî hene.

Herwiha di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî, deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl heye ku ji bo herdu aliyan sînorekî stratejîk e.