PKKê Li Heftanîn û Qilabanê çalakî encam dan
Gerîlayên PKKê li Heftanînê û bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên wê di 11'ê Hezîranê de saet 07:00 êrişî ser çeper û stargehên artêşa Tirkiyê li ser Girê Konferansê ya Mezin ya herêma Heftanînê kir û derbên giran li wan xistin. PKKê dibêje: Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
PKKê di daxuyaniya xwe de berdewam dike ku hêzên wê di 11'ê Hezîranê de saet 15:20'î li bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li ser Girê Lezgîn li artêşa Tirkiyê xistin. Di vê çalakiyê de jî derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirkiyê ketin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Tirkiyê derbarê van êrişên ku PKKê îdiaya wan dike ti tişt negotiye.