Tirkiye- 9 sal cezayê zindanê li xebatkarê Konsulxana Amerîkayê hat sepandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316733-tirkiye_9_sal_cezayê_zindanê_li_xebatkarê_konsulxana_amerîkayê_hat_sepandin
Dadgeheke Tirkiyê duh pêncşemê nêzî 9 sal cezayê zindanê li xebatkarekî Konsulxana Amerîkayê ya li Stenbolê, Metîn Topuz sepand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 08:34 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 9 sal cezayê zindanê li xebatkarê Konsulxana Amerîkayê hat sepandin

Dadgeheke Tirkiyê duh pêncşemê nêzî 9 sal cezayê zindanê li xebatkarekî Konsulxana Amerîkayê ya li Stenbolê, Metîn Topuz sepand.

Dadgehê bi sedema ku Topuz alîkarîya rêxistineke terorîst kiriye ew biryar da, lê Amerîka ev yeka îdiayeke bêbingeh nirxand.

Dadgehkirina Topuz di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de ku her du jî hevbendên NATOyê ne, alozîyên kûr çêkiriye û Washingtonê daxwaza berdana Topuz kiribû.

Enqere îdia dike ku Topuz ew endamê tora Fetullah Gulen e ku hikûmeta Tirkiyê wek plankara darbeya leşkerî ya 2016an dibîne.

Amerîka ser girtina Topuz di meha Cotmeha 2017an de, bi demekê karên vîza li mîsyonên dîplomatîk yên li Tirkîyê rawestandibû.

Balyozxana Amerîkayê ya li Enqerê ser biraya dijî Topuz ji ser Twitterê nerazîbûna xwe ragihand û got ku ew bi mehkûmkirina Topuz gelek xeyalşikestî bûye.