Dawîn amarên koronayê li Tirkiyê hatin belavkirin
Hezîran 11, 2020 18:52 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di maweyê rojekê de 17 nexweşên din ên koronayê canê xwe ji dest dan û 987 kes jî bi wê vîrusê ketin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca li hejmara xwe ya Twitterê dawîn amarên koronayê belav kirin.
Li gor amarên ku Koca belav kirine, li Tirkiyê di maweyê 24 saetan de 17 kes bi vîrusa koronaya nû Covid-19 mirin, 987 kes bi koronayê ketin û 1 hezar û 21 nexweşên koronayê jî baş bûn.
Li gel dawîn amaran li Tirkiyê, heta niha 174,023 kes bi koronayê ketine, 4,763 kes bi wê vîrusê mirine û 147,860 nexweşên koronayê jî baş bûne.