HDPê roja destpêkirina meşa ber bi Enqerê ve aşkere kir
Berdevka HDPê Bernama Têkoşîna Demokratîk ragihand û aşkere kir ku ew dê roja 15ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê ‘Meşa Demokrasiyê ya Dijî Derbeyê’ ber bi Enqerê ve bidin destpêkirin.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebdu Gunay li navenda partiya xwe li Enqerê kongreyeke rojnamevaniyê saz kir.
Berdevka HDPê di wê kongreyê de ‘Bernama Têkoşîna Demokratîk’ a partiya xwe ragihand ku li gor gotina wê, ew bername mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li xwe digire û her qonaxek mehekê berdewam dibe.
Ebdu Gunay aşkere jî kir ku ew dê roja 15ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê ‘Meşa Demokrasiyê ya Dijî Derbeyê’ ber bi Enqera paytexta Tirkiyê ve bidin destpêkirin.
Gunay amaje bi wê kir ku partiya wan di bin zextên giran de ye û got ku ew ji bo "pêkanîna heq, hiqûq, dadwerî, aştî, azadî, demokrasî û kar" berpirsyariyê digirin û gavên pratîk diavêjin.
Herwiha Berdevka HDPê tekez kir ku meşa ber bi Enqerê ve qonaxa duyem a bernama wan e û got, “Ev weke ku di navbera 15-20 Hezîranê de pêk bê hatiye plankirin.”
Berdevka HDPê amaje bi wê jî kir ku “dijminkariyeke bêsînor” li hemberî Kurdan heye û bûyerên li Efrîna herêmên kurdnişîn ên Sûriyê diqewimin bibîr xistin û got, “Jineke gênc a bi navê Melek Nebîh Xelîl ji aliyê çekdarên ku ji aliyê AKPê ve tên piştevanîkirin hat revandin, destdirêjî lê hat kirin û mixabin hat kuştin.”
Ebdu Gunay diyar kir, “Ev hişmendî li her cihê ku diçê heman tawanan pêk tîne. Li gor raporta Netewên Yekgirtî li Lîbyayê jî grûpên ku AKP piştevaniya wan dike kiryarên talan û diziyê dikin. Weke ku li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî dikin.”