Tirkiye - Berovajî bajarên din, li Amedê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316717-tirkiye_berovajî_bajarên_din_li_amedê_hejmara_pêketiyên_koronayê_zêde_dibe
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, li Stenbol û Enqere hejmara pêketiyên Koronayê dadikeve, lê li Diyarbekir û çend bajarên din hejmara pêketiyan zêde dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Tirkiye - Berovajî bajarên din, li Amedê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, li Stenbol û Enqere hejmara pêketiyên Koronayê dadikeve, lê li Diyarbekir û çend bajarên din hejmara pêketiyan zêde dibe.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, êdî li seranserî Tirkiyê piraniya qedexeyan hatine rakirin û got, di dema nû de bikaranîna demamik(mask), dûrbûna ji hev û paqijî sê xalên sereke ne ku divê her kes pabend be.

Koca got, nexweşiya Koronayê mirov xistin malan, digel vê jî, derbeyên mezin li berhemanîn, bazirganî, perwerde, çand û jiyana mirovan da.

Koca da xuyakirin, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hejmara pêketiyan her diçe kêmtir dibe, lê berovajî wê, li Diyarbekir û çend bajarên derdorê bilindbûn heye ku sedemên sereke jî zêdebûna dawet, mewlûd û nerîtên civakî yên din in.

Heta niha li Tirkiyê 173 hezar û 36  kesan bi bi vîrusa Koronayê ketine û 4 hezar û 746 kesan jî canê xwe jidest dane.