Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316716-li_tirkiyê_geştên_esmanî_yên_navnetewî_destpê_kirin
Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin. Yekem geşt ji balefirgeha Stenbolê bo Duseldorfa Almanyayê hat kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 18:16 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin

Li Tirkiyê geştên esmanî yên navnetewî destpê kirin. Yekem geşt ji balefirgeha Stenbolê bo Duseldorfa Almanyayê hat kirin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, digel rêgiriyên din, balefirgehên Tirkiyê jî bo geştên navnetewî hatibûn daxistin. Bi destpêkirina proseya asayîkirinê re, dest bi geştên esmanî jî hat kirin.  

Tirkiye bi welatên Almanya, Brîtanya û Hollanda re dest bi geştên esmanî dike. Yekem geşt ji balefirgeha Stenbolê bo balefirgeha Duseldorf a Almanyayê îro saet 8.20 de hat encamdan.

Piştre jî firînên ber bi London, Amsterdam, Frankfurt û Berlinê tên kirin.

Geştên esmanî yên di navbera bajarên Tirkiyê de 1ê Hezîranê destpê kiribûn.