Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirkiyê kelemêrekî efrînî kuştine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316712-rêxistina_mafên_mirovan_Çeteyên_tirkiyê_kelemêrekî_efrînî_kuştine
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê nûçeyên xwekuştina kelemêrê bi navê Arif Xelîl derewamd û got, Arif nedikarî bimeşe û cihê ku lê hatiye dîtin bi 10 km ji gundê wî dûr e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirkiyê kelemêrekî efrînî kuştine

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê nûçeyên xwekuştina kelemêrê bi navê Arif Xelîl derewamd û got, Arif nedikarî bimeşe û cihê ku lê hatiye dîtin bi 10 km ji gundê wî dûr e.

Şêniyên gundê Meydankî yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, şêniyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê ji gundê Qizilbaş kuştî li nêzî gola Meydankî dîtin. Arif beriya were kuştin ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve hatibû revandin. Şêniyê bi navê Arif Xelîl ê 80 salî nexweş bû û nikarîbû bimeşe.

Çeteyên artêşa Tirkiyê di nav şêniyan de û li malparên têgihiştina civakî yên girêdayî xwe belav kir ku Arif Xelîl xwe kuştiye û nehatiye kuştin.

Li gorî berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirkiyê û çeteyên wê sûcek din li dijî Arif Xelîl pêk aniye.

Şêxo îşaretpê kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê Arif Xelîl di 9`ê Hezîranê de revandin û pê re 10 hezar dolar hebû. Piştre ew kuştin û cenazeyê wî avêtin nêzî gola gundê Meydankî.

Şêxo wiha domand: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îdia dikin ku Arif Xelîl xwe kuştiye. Lê ev agahî ne rast e. Ji ber ku Arif Xelîl nedikarî bimeşiya. Gundê Qizilbaş jî ji cihê ku cenazeyê wî hatiye dîtin bi 10 km dûr e."

Şêxo bang li rêxistinan kir ku mudexele bikin û sûcên li dijî sivîlan li kantona Efrînê têne kirin, rawestînin û girêdayî wê lêpirsînekê vekin.

Xelkê deverê dibêjin: Dewleta Erdogan û terorîstên wî roj tine ku li deverên kurdnişîn ên Sûriyê sûcên giran ku mirov dikare wan navê sucên cengê lê bike, nekin, em nikarin hawara xwe bibin kê.