Erdogan û Putîn bi telefonê ser rewşa navçê axivtin
Duh serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê rewşa dawî ya navçê ji wan ser rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin.
Televîziyona Russia Today ragihand ku serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh çarşemê bi telefonî ser pêwendî û hevkariyên du welatan û rewşa herî dawî ya navçê ji wan rewşa Sûriyê û Lîbyayê gotûbêj kirin.
Erdogan di vê gotûbêjê de dest danî ser rewşa Idlibê ya Sûriyê û krîza Lîbyayê û hewlda ku Putîn derheq pêngav û kiryarên xwe li van deveran qayil bike, da ku bidest vekirî û bêyî astengî bigihêje armancên xwe yên dagîrkeriyê.
Berî viya di çarçova hewldanên navneteweyî ji bo çareseriya krîza Lîbyayê, serokomarê Rûsyayê Putîn bi seroka wezîrên Almanyayê Angela Merkel re bi telefonê axivtibû. Her dualiyan di vê hevpeyvînan diyar kiribûn ku rewşa Lîbyayê û mudaxileyên biyanî li wir dibin sedema fukarên kûr û xwestibûn ku bila li wir agirbes were ragihandin.
Almanya û Rusayaê xwestibûn ku muzakireyên neteweyî di navbera komên lîbyayê li bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) werin despêkirin.
Berî viya di despêka hefteyê NY bi daxuyaniyekê ji mudaxileya welatên biyanî li karûbarên Lîbyayê bi şidet rexne kir û gotibû tenê riya çareseriya krîza Lîbyayê rawestandina cengê û despêkirina gotûbêjên neteweyî ye.