Rojnama El-Ereb: Dudiliya Amerîkayê rê dide Tirkiyê ku desdirêjiyê li Lîbyayê bike
Rojnama qeterî ya El-Ereb nivîsiye: Dudiliya Waşîngtonê der barê Lîbyayê de û mijûlbûna serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi arîşeya hundirîn, Tirkiyê han dide ku hewldnên navdewletî yên agirbestê têk bibe.
Derbarê mijarê de vê rojnamê nivîsî: "Dudiliya Amerîkayê der barê Lîbyayê de û mijûlbûna Trump bi arîşeya hundirîn a Amerîkayê yên derbarê Koronayê û xwepêşandanên dijî nijadperestiyê, Tirkiyê tev dide ku hewldnên navdewletî yên agirbestê têk bibe. Ji xwe tê pêşbînîkirin ku ev agirbest bibe derfeta dawî ku pêvjoyeke din a şer destpê neke, ji ber ku eger şer bibe dê Rûsiya hîn bêtir destwerdanê bike ev rewş dê di dawiyê mîna ya Sûriyê bibe.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja çarşemê ragihand ku welatê wî hewldana Misrê ya çareseriya aloziya Lîbyayê napejirîne, her wiha got ku ev hewldaneke bo parastina Hefter yê ku li qada şer gelek windahî dan.