Erdogan lidarxistina hilbijartinên berwext red kir
Hezîran 11, 2020 06:17 Asia/Tehran
Serkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragihand: Hilbijartinên berwext nayê kirin.
Ev demek e li Tirkiyê hilbijartinên berwext ( ji dema xwe ya qanûnî zûtir) bûye rojeva partiyên siyasî.
Li ser vê mijarê, serkomarê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê, Receb Tayib Erdogan duh di civîna partiya xwe de got, hilbijartinên berwext nayê kirin. Ma emê çima hilbijartinan bikin. Ji xwe sala 2023 hilbijartin tê kirin.
Erdogan her wiha ragihand, qanûnên hilbijartin û partiyên siyasî jî dê bên guhertin û li gorî sîstema serokatiyê bên dariştin.
Herî dawî Hezîrana 2018 li Tirkiyê hilbijartinên giştî hatibûn kirin. Li Tirkiyê 5 salan carekî hilbjiartin tên kirin.