Li Tirkiyê 41 parêzger hatin guhertin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316688-li_tirkiyê_41_parêzger_hatin_guhertin
Li Tirkiyê, bo 41 parêzgehan, parêzgarên nû hatin erkdarkirin. 17 parêzgar ji kar hatin dûrxistin ku di nav de qeyumên Diyarbekir û Mêrdînê jî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2020 18:28 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 41 parêzger hatin guhertin

Li Tirkiyê, bo 41 parêzgehan, parêzgarên nû hatin erkdarkirin. 17 parêzgar ji kar hatin dûrxistin ku di nav de qeyumên Diyarbekir û Mêrdînê jî hene.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi biryarnameyeke nû 17 parêzgar ji postê wan dûrxistin û vekişandine navendê.

Her weha cihê 24 parazgaran jî hat guhertin û bi vê awayê bo 41 parezgehan, parêzgarên nû hatin erkdarkirin.

Bi biryarnamê, parêzgarên Diyarbekir û Mêrdînê ku di heman demê de şûna şaredarên HDPê qeyûm hatibûn danîn ji kar hatin dûrxistin û bo navendê hatin vekişandine. Her wiha parêzgarên Sêrt û Îdirê ku di heman demê de qeyum bûn jî, hatin guhertin.

Bi biryarnamê, şûna parêzgarên, Semsûr, Agirî, Xarpêt, Erzîncan, Mereş,  Dêrsim û Erdexan yên kurdnişîn jî hatin guhertin.