Dijayetiya Yûnanê digel berendambûna Tirkiyê jibo NY
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316640-dijayetiya_yûnanê_digel_berendambûna_tirkiyê_jibo_ny
Ermenistan, Qibris û Yûnan li dijî berendambûna Tirkiyê wek Serokê din ê Civata Giştî ya NY derketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2020 09:46 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Yûnanê digel berendambûna Tirkiyê jibo NY

Ermenistan, Qibris û Yûnan li dijî berendambûna Tirkiyê wek Serokê din ê Civata Giştî ya NY derketin.

Li gorî rapora malpera Îran Balkanê (ÎRBA) ji zarê Fars Newsê, Komara Ermenistanê, Qibris û Yûnan li dijî pêşniyara Tirkiyê jibo berendambûna  Serokê din ê Civata Giştî ya NY derketin.

Tirkiye ku di halê gotûbêja jibo endamtiya ji Yekîtiya Ewropayê ye, mijûlî nakokiyên siyasî digel Qibris û Yûnanê di warê keşfkirina madeyên madenî li Deryaya Sipî û Êjeyê ye.

Têkilliya Tirkiyê û Ermenistanê jî ji ber nepejirandina komkujiya ermeniyan aloz e.