PKK'ê piştrast kir ku endamê Komîteya Navendî ya wê hatiye kuştin
Hezîran 09, 2020 07:43 Asia/Tehran
Îsmaîl Nazlî Kol bi nasnavê Qasim Engîn ji fermandarê payeberz ên PKK'ê û Endamê Komîteya Navendî ya vê partiyê di encama êrîşa asimanî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Biradostê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Komîteya Cihanînê ya PKKê bi daxuyaniyekê tevî piştrastkirina nûçeya candana Ismaîl Nazlî Kol bi nasnavê Qasim Engîn ji fermandarên payeberz ên PKK'ê di encama êrîşa asimanî ya artêşa Tirkiyê da, ragihand: "Qasim Engîn, fermandar, rêveber û leşkerekî binirx ên partiya me û Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê di roja 27ê Gulana 2020'î da û ji ber êrîşa asimanî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Biradostê canê xwe ji dest daye."