2 leşkerên Tirkiyê di encama êrîşa endamên PKK'ê li Şirnexê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya ser bi PKK'ê ragihand ku "endamên wê li Colemêrg û Şirnexê êrîşî ser hêzên Tirkiyê kirine û di encamê de herîkêm 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, yek birîndar bûye û derb li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa 'Reo' hatiye xistin."
Li gorî rapora ajasna nûçeyan a Hawar Newsê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya ser bi PKK'ê, ragihand ku "hêzên wan 6'ê Hezîranê saet di 09:30'î de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, li wesayiteke bi tîpa Reo ya artêşa Tirkiyê li ser rêya navbera girên Helîkopter û Xapuşke xistine Di van çalakiyan de hejmara leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya ser bi PKK'ê her wiha ragihandiye ku "Artêşa Tirkiyê roja 7'ê Hezîranê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li qadên Kela Memê, Tiran û Şêx Ebûbekir dest bi operasyonê kiriye û hêzên wan li dijî yekîneyên vê operasyonê, di çarçoveya de li ser rêya Çemê Xetkê êrîşek pêk anîne. Di vê êrîşê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye."