Artêşa 'Xelîfe Hefter' balefireke bêmirov a Tirkiyê li rojavaya Lîbyayê xiste xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316615-artêşa_'xelîfe_hefter'_balefireke_bêmirov_a_tirkiyê_li_rojavaya_lîbyayê_xiste_xwarê
Artêşa hefter balefireke bêmirov a Tirkiyê li rojavaya Lîbyayê xiste xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2020 14:03 Asia/Tehran
  • Artêşa 'Xelîfe Hefter' balefireke bêmirov a Tirkiyê li rojavaya Lîbyayê xiste xwarê

Artêşa hefter balefireke bêmirov a Tirkiyê li rojavaya Lîbyayê xiste xwarê.

Li gorî rapora El-Neşreyê, Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter firokeyeke bêmirov a Tirkiyê li navçeya Wadî Carifê li rojavaya bajarê Sirtê xistin xwarê.

Her wiha çavkaniyên ser bi Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihandin ku firokeyên vê artêşê, otobûsa hilgira hejmareke efserên tirkiyeyî ji nav birine.

Dayîre ragihandinê ya Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku lêniştiyên vê otobûsê hatine kuştin.

Vê navendê her wiha ragihand ku di êrîşên asimanî yên şeva bihurî da, çend tankên Hawirzê ên çêkirî li Tirkiyê ji nav çûn.