Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi kiryareke hanndêr çû Idlibê
Hezîran 08, 2020 09:04 Asia/Tehran
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê "bi armanca seredana baregeha çekdarên vî welatî" derbasî nav axa Sûriyê bû.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ISNAyê ji zarê medyayên Tirkiyê, Silêman Soylû, Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi kiryareke handêr û bêyî haya dewleta Sûriyê bo cara duyem derbasî nav bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê bû.
Medyayên Tirkiyê ragihandine ku Soylû seredana baregeha çekdaêrn vî welatî û kampa penaberên sûrî li Idlibê kiriye.
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê pêştir jî bêyî destûra dewleta Sûriyê hevrê digel du alîkarên xwe ji derbasgeha sînorî ya "Raiyê" ketibû nav axa Sûriyê.
Destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ji aliyê gel û ddewleta Sûriyê û civata cîhanî va hatiye şermezarkirin.