Figen Yuksekdag: "Vîna gel bi darbeyan têk naçe"
Hezîran 08, 2020 06:42 Asia/Tehran
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, betalkirina wekîltiya 'Leyla Guven' û 'Musa Farisoglullari' rexne kir û got: “Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hevre azad bibin."
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ku niha girtî ye, peyamek weşand û betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û wekila HDP'ê Leyla Guven û wekilê HDP'ê Musa Farisogullari şermezar kir.
Yuksekdag li ser hesabê medya civakî yê Twitterê peyamek weşand û wiha got: "Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hevre azad bibin û azadiyê bi dest bixin."