Ji ber nûçeyên li ser Bariş Çakan 36 kes hatin girtin
Rêveberiya Ewlekariyê ya bajarê Enqerê ragihand ku li wê parêzgehê 36 kes hatine girtin ku di derbarê kuştina Bariş Çakan de nûçeyên nerast belav kirine.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariyê ya Enqerê, wan hejmareke kes di derbarê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan de ku tê gotin li ser guhdarîkirina stranên Kurdî hatiye kuştin, nûçeyên nerast belav kirine.
Rêveberiya Ewlekariyê ya Enqerê dibêje 36 kesên derbarê kuştina Bariş Çakan de nûçeyên nerast belavkirine di operasyonekê de hatine girtin û proseya yasayî di derbarê wan de hatiye destpêkirin.
Şeva 31ê Gulana îsal li bajarê Enqerê ciwanekî Kurd ji ber ku muzîka kurdî guhdarî dikir ji aliyê sê ciwanên Tirk ên nijadperest ve hatibû kuştin û kuştina Bariş Çakan li raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê dengekî zêde dabû.
Her niha jî gelek ji medya civakî yên kurdan û deverên din ên Tirkiyê ragihandine dewleta Tirkiyê heya kesên ku ser bûyerên wiha yên nijadperestî girtine sizayên sivik ji wan re birîne an jî piştî midehekê ew efû kirine û berdane, ew dibêjin li Tirkiyê tu yê bibêjî ew kesên dibin qurbaniya nijadperestiyê sûckar in.