El-Eyn: Bi "Milyonek Gulleyan" Erdogan xwe ji bo bûyerên hundirîn amade dike
Hezîran 07, 2020 16:10 Asia/Tehran
Rojnama El-Eyn ya Îmaretê nivîsî: "Nivîskareke Tirk eşkere kir ku rêveberiya ewlehiya giştî li Tirkiyê, bazara kirîna milyonek gullên plastîk û 500 alavên reşandina gaza îsotê û 5 hezar bombeyên gazê kiriye.
Ev agahî ji aliyê nivîskara Tirk Çigdem Toker ve hatin dayîn û rojnama Sozcu ya dijberê hikûmetê jî ew weşandin.
Nivîskar diyar kir ku daxwaznama kirînê roja 27`ê Gulanê hatiye weşandin, her wiha dipirse "Gelo çima dê ev qas alav bêne kirîn, gelo eva nayê vê wateyê ku hin bûyerên civakî yên germ di pêberê de ne?
Nivîskar herwiha diyar kiriye ku rêveberiya ewlehiyê xwestiye pir tiştên zêde bikire ji bo meha pêşiya me."