Amara herî dawiyê ya pêketiyên koronayê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316578-amara_herî_dawiyê_ya_pêketiyên_koronayê_li_tirkiyê
Li Tirkiyê di heyma rojekê de 21 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 878 kes jî bi koronayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên koronayê li Tirkiyê

Li Tirkiyê di heyma rojekê de 21 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 878 kes jî bi koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.

Li gor zanyariyên ku Koca belav kirine, di maweyê 24 saetan de 21 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 878 jî bi wê vîrusê ketin û hezar û 922 kes jî baş bûn.

Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê gihişt 169 hezar û 218 kesan û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 4 hezar û 669 kesan.

Li gor daxuyaniya Koca heta niha 135 hezar û 322 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

Herwiha li Tirkiyê 591 ji nexweşên COVID-19 jî li nexweşxanan di jêr çavdêriya hûr de ne.