Çavuşoglu bi wezîrê derve yê Iraqê yê nû re gotûbêj kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di peywendiyeke telefonî de ji ber destbikarkirina Fuad Husên weke Wezîrê Derve yê Iraqê yê nû, pîrozbahî lê kir.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî bi Fuad Husên re encam da ku duh weke Wezîrê Derve yê Iraqê hatibû hilbijartin.
Li gor zanyariyan di wê peywedniyê de, Çavuşoglu ji ber erka wî ya nû pîrozbahî li Fuad Husên kir.
Çavûşoglu li vê gotûbêjê herwiha li ser vê yekê sekinî ku welatê wî hez dike di warên curbicur de pêwendiyên qahêm bi Iraqê re hebe.
Li parlamena Iraqê duh ji bo bawerîdana bi berbijêrên 7 postên wezaretên kabîneya Misfeta Kazimî, civînek birêve çû û di encama dengdanê de bawerî bi her 7 berbijêran hat dayîn ku yek ji wan Fuad Husên bû û bû Wezîrê Derve yê Iraqê.