Xebata Tifaqa Kurdistanî: Vîna gelê Kurd hate binpêkirin
Xebata Tifaqa Kurdistanî, di derbarê betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Musa Farisogullari û Enis Berberoglu de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev yek weke têkçûna demokrasiyê şîrove kir. Xebata Tifaq a Kurdistanî herwiha dibêje bi wê biryarê vîna gel a ku parlamenterên xwe bi dengên xwe hilbijartin hate xespkirin.
Xebata Tifaqa Kurdistanî, derbarê girtin û betalkriina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari û Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglu de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya xwe de Xebata Tifaqa Kurdîstanî betalkirin û desteserkirina parlamenterên navborî weke nîşaneya têkçûna demokrasiyê pênase kir û dibêje: “Di encamê de vîna gel a ku wekîlên xwe bi dengên xwe hilbijartin hate xespkirin. Wekîlên ku hatin girtin, ji aliyê YSKê ve hatibûn pejirandin.”
Ew tifaq herwiha dibêje: Ji ber ku CHPê di Gulana 2016an de li parlamena Tirkiyê piştevaniya rakirina parêzbendiya parlamenteran kiribû, divê lêborîna xwe ji gel bixwaze.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Îro li Kurdan zilm tê kirin û mafên wan tê binpêkirin. Desthilatdarên dewletê ên ku qeyûm avêtin ser vîna gel, ne ji aliyê muxalefeta serekî û ne jî bi giştî rastî serhildan û li hember derketinekê nebû. Ji ber wê yekê jî niha hewl dide ku li deverên kurdan dest biavêje şaredariyên mezin ên ku ji dest çûne.”
Xebata Tifaqa Kurdistanî herwiha tekez dike ku “rêya çareseriya pirsgirêka Kurd a mayînde, di çarçoveya rasteqînî, maf û edaletê de ye, ne bi siyaseta ewlehiyê ya ku nîşaneya zilm û têkçûnê ye, bi siyaseta aştiyane ye.”