HDP'ê biryar da meşekê ber bi Enqerê va li dar xîne
Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li dijî biryarên siyasî yên dewleta Tirkiyê û betlakirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû biryara “li ber xwe dan” girt û “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, "Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê piştî betlakirina parlamenteriya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû duh bi awayek awarte civiyabû."
"Civîna HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk hat. Di civînê de li ser betalkirina parlermenteriya her sê parlamenteran nirxandin û gengeşe hatin kirin û di civînê de nirxandin."