Xetîb Dicle: "Jêstandina Parlementeriya parlementerên HDP'ê nedîtian vîna kurdan e"
Siyasetmedarê kurd Xetîb Dicle, derbarê girtina parlamenterên Kurd ên Parlimana wiha got: “Bloka desthilatdariya faşist, ji bo ku emrê xwe dirêj bike, van kiryaran dike. Lê tu feydeya tirsê tuneye.”
Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Roja 4’ê Hezîrana 2020’an Wekîltiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû hatin betalkirin û girtin. Berberoglû piştî 24 saetan bi biryara “destûra malê” hat berdan. Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî yên berê jî bi salan di girtîgehan de mabûn, hîna jî girtî ne.
Siyasetmedarê kurd Xetîb Dicle yê ku wê demê hat girtin û 10 salan di girtîgehê de ma, piştî 26 salan “darbeya siyasî” ya cardin li dijî parlamenterên kurd pêk hat, nirxand.
Xetîb Dicle, diyar kir ku "Ji roja Dewleta Komara Tirkiyê hatiye avakirin ve li dijî kurdan polîtikayên taybet bi rêve dibe" Wî got: “Bi van polîtîkayan nasnameya kurdan red dikin. Redkirin jî rê li ber înkarê vedike. Nûnerên kurdan ji peywirê girtin, tê wateya ku gelê kurd nas nakin. Yên têkoşîna demokrasiyê bi rêve dibin, li her qadê rastî van kiryar û polîtîkayan tên."