Pervîn Buldan: "Betalkirina parlamenteriyê darbeya AKP'ê ye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, têkildarî betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari de anî ziman ku ya hatiye kirin darbe ye û got: "Ji me kesek tenê jî bimîne, wê ev têkoşîn dewam bike."
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Navenda Giştî ya HDP'ê hat dayîn. Hevserokan di daxuyaniyê de bal kişandin ser betalkirina parlementeriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari.
Hevseroka Giştî Bûldan got: "Pêvajoya vê darbeyê ev demeke dirêj e didome. Hikûmeta AKP'ê tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist dixwaze bi rêya zext û zordestiyan bi dest bixe. AKP bi fenan îqtidara xwe li ser piyan dihêle. Betalkirina parlamenteriyê darbeya AKP'ê ye."
Bûldanê bilêv kir ku wê AKP nikaribe bi zext, tundî û darbeyan bigihêje armanca xwe û got: "Ji me kesek tenê jî li Parlimanê bimîne, dîsa wê ev têkoşîn bidome. Ev darbe li dijî hevşaredarên me jî tê kirin. Ew ê têkoşîn bidome. Eger em bi hev re tênekoşin ew ê zextên AKP'ê li her derê hebin. Ev darbeya li dijî hemû gelan pêk hatiye, ne tenê li dijî HDP'ê ye." Piştî Pervînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî got:"Divê tifaqa demokrasiyê berfireh bibe. Divê tevgera bi hev re esas bê girtin."