Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin birin girtîgehê
Herdu parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, piştî ku şeva Pêncşemê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin desteserkirin, derengiya şevê biryara girtina wan hat dayîn û ew birin girtîgehê.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, şeva bihorî derbarê parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisoglullari de ku parlamenteriya wan duh Pêncşemê hate hilweşandin, biryara girtinê derxist.
Piştî ku hêzên polîs şeva bihorî herdu parlamenterên HDPê desteser kirin, her heman şevê ew birin dadgehê û biryara girtina wan hat dayîn.
Piştî ku biryara girtina wan hat dayîn, Leyla Guven bo Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê hat veguhastin, herwiha Musa Farisogullari jî bo Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat şandin.
Parlamenterê HDPê yê Amedê, Musa Farisogullari şevê li Qereqola Pirinçlikê ya li ser riya Amed-Rihayê ye hatibû desteserkin. Berî ku Musa Farisogullari bibin Navenda Ewlekariya Amedê, ew bo pişkinîna tendirustî birin nexweşxana serbazî.
Hevseroka KCDê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven jî li mala xwe ya li Amedê hatibû desteserkirin.