3ê Hezîranê li Tirkiyê; Bîlançûya dawî ya Covîd-19'ê
Hezîran 04, 2020 06:08 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 24 kesên din jî ji ber Vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 867 kesên din jî bi şewbê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daneyên der barê Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 867 kesên din jî bi şewbê ketine û 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 166 hezar û 422 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 609.