Endamên PKKê li Geverê êrişî ser hêzên Tirkiyê kirin
Hezîran 02, 2020 18:03 Asia/Tehran
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê ragihand ku endamên wê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li çeper û stargehên leşkerên Tirkiyê xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên wê roja 1'ê Hezîranê saet di 08:00 de li qada "Tepê Alîşer" ê navçeya Geverê ya Colemêrgê êrişî ser hêzên Tirkiyê kir û derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirkiyê xistin, lê hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîkirin.
Di 31'ê Gulanê de saet 15:30'î balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li qada "Tepê Sor" a herêma "Avaşînê" ya Herêma Kurdistanê barandin.PKKê ragihandiye ku: "Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wê nehatine."