DAIŞê 5 gullên hewanê li rojavayê Enbarê dan
Hezîran 02, 2020 09:22 Asia/Tehran
5 guleyên hewanê li bajarokê Rutbe ya li rojavayê parêzgeha Enbar a Iraqê ketin.
Çapemeniya Iraqê ragehand, duh 5 gullên hewanê li navenda bajarokê Rutbe ketine, lê ti ziyanekî canî çênebûye.
Li gor heman çapemeniya Iraqê behs dike, 5 gullên hewanê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatine avêtin, ku du ji wan li navçeyeke çolistana wî bajarokî ketine xwar û sê gulle jî neteqiyane.