HDPê stratejiya xwe ya nû aşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316398-hdpê_stratejiya_xwe_ya_nû_aşkere_kir
Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, stratejî û belgeya helwestê ya partiya xwe ya ji bo dema nû di 9 xalan de eşkere kirin. Hevserokên HDPê banga yekîtiyê li tevahiya hêzên demokratîk
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2020 05:05 Asia/Tehran
  • HDPê stratejiya xwe ya nû aşkere kir

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, stratejî û belgeya helwestê ya partiya xwe ya ji bo dema nû di 9 xalan de eşkere kirin. Hevserokên HDPê banga yekîtiyê li tevahiya hêzên demokratîk

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar îro li avahiya HDPê ya Stenbolê konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn û têde stratejiya partiya xwe ya ji bo dema nû eşkere kirin.

Serokê Fraksyona HDPê Sarûhan Olûç, Alîkarê Hevserokan ê ji bo karûbarên rêxistinbûnê Alîcan Unlu, parlamenter Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy û Hevserokên HDPê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di konferansa rojnamevanî de amade bûn.

Di beşeke belgenameya xwe de, HDP dibêje: “Desthilat ji bo bigihêje armancên xwe astengiya herî mezin hebûna partiya me dibîne û ji ber vê yekê evqas êrîş, vederkirin, reşkirin, cezakirin û hewldanên qirkirina siyasî li hemberî HDPê pêk tên. Em serî natewînin. Ger em mil bidin hev û têkoşîneke hevpar bimeşînin dê gelên me pêşeroja xwe diyar bikin û em dibînin ku ev derfet û firsend jî hene û divê em di mijarê de bi biryar bin.”