Di çalakiya gerîlayên PKKê li Çelê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316355-di_çalakiya_gerîlayên_pkkê_li_Çelê_de_4_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê baskên leşkerî û çekdar ên PKKê, li Çelê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de fermandarek û 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û çekek leşkeran jî hate desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2020 19:00 Asia/Tehran
  • Di çalakiya gerîlayên PKKê li Çelê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê baskên leşkerî û çekdar ên PKKê, li Çelê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de fermandarek û 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û çekek leşkeran jî hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku  hêzên wê 30'ê Gulanê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyên xurt kirine.

Di vê daxuyaniya PKKê de diyar bûye artêşa Tirkiyê ev demeke li ser girê Hakan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çeper û kozikan ji xwe re dikole û hêzên PKKê jî demeke dirêj e ku wan dişopande, vêca gerîlayên PKKê 30'ê Gulanê saet di 11:45'an de ji devereke nêz ve li yekîneyên artêşa Tirkiyê xistin. Di encama vê êrişê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin ku yek ji wan fermandarekî komê bû û leşkerek jî birîndar bû.

PKKê dibêje ku hêzên wê her wiha çûn heta ser leşkerên hatin kuştin, dest danîn ser çekeke MPT-76, çekeke wan jî îmha kirin.

Artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin û li qadê dest bi operasyonê kir.

PKKê li pareke din a Daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên wê di heman demê de li Girê Koordîneyê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên  Tirkiyê  hatin xistin, hejmara leşkerên ku hatine kuştin û birîndar bûne nehate tespîtkirin. Yekîneyên PKKê yên ev çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.

Artêşa Tirkiyê di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li herêma Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber bombardûmana artêşa Tirkiyê ya 17'ê Gulanê endamekî PKKê hat kuştin. 

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê 30'ê Gulanê saet di 11:50'î û 21:20'î de bombe li Tepê Sor ê li herêma Avaşînê ya Herêmên Kurdistanê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."