Li 19 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
May 31, 2020 11:28 Asia/Tehran
Li 19 gund û gomekên bajarê Bedlîsê yê herêmên kurdî li Tirkiyê ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Parêzgeha Bedlîsê li 19 gund û gomekan ji bo heyameke nediyar derketina derve qedexe kir.
Di daxuyaniya parêzgehê de hat ragihandin ku ji ber operasyonên li dijî gerîlayên PKKê ew biryar hate dayîn.
Her li gor heman daxuyaniyê di çarçova tedbîrên ewlehiyê de welatî bê destûr nikarin têkevin gundên Çobansuyu, Aşagi Çobansuyu, Akgun, Kutlu, Gullucu, Dikme, Dursun, Aşagiyolak, Aşagikoçak û Çeltikliyê.
Qedexe heta biryareke din berdewam dibe.