Balafirên şer ên Tirkiyê herêmên Heftanîn û Zapê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316344-balafirên_şer_ên_tirkiyê_herêmên_heftanîn_û_zapê_bombebaran_kirin
Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistan û deverên kurdî yên Tirkiyê operasyonên asmanî li dijî hêzên PKKê pêk tîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2020 09:42 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê herêmên Heftanîn û Zapê bombebaran kirin

Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistan û deverên kurdî yên Tirkiyê operasyonên asmanî li dijî hêzên PKKê pêk tîne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di encama şer û pevçûnên rûbirûbûna PKKê de 2 leşkerên wî welatî û 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê jî dibêje 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane û hejmarek leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku li  herêmên Zap û Heftanînê piştî ku cihê 3 gerîlayên PKKê yên bi firokeyên kefş û çavdêriyê hatin diyarkirin, ew kirine armanca xwe.

Li gor daxuyanî ew hersê gerîlayên PKKê di encama êrişekê asmanî de canê xwe ji dest dane.

PKKê dibêje: 4 gerîlayên me canê xwe ji dest dan

HPGê ku baskê PKKê yê çekdariyê ye bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirkiyê hin herêmên Xakurk, Heftanîn û Garê bombebaran kirine.

PKKê dibêje balafirên şer ên artêşa Tirkiyê 28 û 19ê Gulanê hinek deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine ku gerîlayên wan lê bûne.

PKKê herwiha dibêje di êrîşên asmanî de 4 gerîlayê wan canê xwe ji dest dane û ew dê nasnameyên wan herçar gerîlayên xwe piştre bi raya giştî re parve bikin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê operasyonên li Herêmên kurdî de jî ragihand ku li navça Çelê ya Colemêrga di navbera Hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêzêna artêşa wî welatî li herêmê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û di operasyonê de helîkopter û firokeyên bêpîlot jî beşdar bûne.

Ji aliyê din ve Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku li parêzgeha Bedlîsê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Rêveberiya Ewlehiya Bajêr li herêma Daristanên Sehiyê operasyoneke hevpar a asmanî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya dewleta Tirkiyê di encama operasyonê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.