Qeyûmê şaredariya Sêrtê pirtûkxana Celadet Alî Berdirxand hilweşand
May 31, 2020 08:06 Asia/Tehran
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, pirtûkxana bi navê Celadet Alî Berdirxan bi dozer û kepçeyan rûxand bêyî ku sedemekê nîşan bide.
Qeyûmê ku li şûna şaredarê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye danîn, duh Sêşemê 30ê Gulanê Pirtûkxaneya Celadet Alî Berdirxand bi bildozer û kepçeyan hilweşand.
Parêzgar û Qeyûmê Sêrtê Alî Fuat Atik piştî dest bi kar kir, pirtûkxana girêdayî şaredariyê ya bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan hilweşand bêyî ku ti sedemekê nîşan bide.
Lê piştî nerazîbûnan Şaredariya Sêrtê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber projeya tramvayê avahiya pirtûkxanê hatiye hilweşandin.
Wezareta Navxwa ya Tirkiyê 15ê Gulanê hevşaredarên Sêrtê yên HDPê ji kar dûrxistibûn û li şûna wan qeyûm danîbû.