Li ser bakura Iraqê êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê
May 31, 2020 07:19 Asia/Tehran
Di êrîşên hewayî de, yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê de, hate diyarkirin li Xakurkê, Heftanîn û Garê hin cih ji hêla dewleta Tirkiyê ve hatine bombekirin.
Li gorî daxuyaniyê, ya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê daye, 25'ê Gulanê balafirên şer ên Tirkiyê li herêma Xakurkê qada Şêxzade bombe kirine.
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê 28'ê Gulanê her wiha qada gudnê Rûsê ya Heftanînê, 29'ê Gulanê jî êrîşa hewayî biriye ser qada gundê Girê ya Garê û girê Şehîd Aslan.
PKK'ê ragihand di êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê de çar gerîlayên wê jiyana xwe ji dest dan.