PKK: Li Heftanîn û Amanosan 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê ragihand ku li Heftanîn û Amanosê di çalakiyên gerîla de herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser çalakiyên hêzên xwe û êrişên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên wê di roja 27'ê Gulanê saet 14-an de êrişî ser yekîneyên Artêşa Tirkiyê ên li ser Girê Partîzan ya herêma Heftanînê kirin ku di encamê de derbên giran li çeper û stargehên wan ketin, lê hejmara leşkerên ku di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Artêşa Tirkiyê 27'ê Gulanê li bejahiya navçeya Payas a Hatayê dest bi operasyonekê kir. 28'ê Gulanê saet 9 sibehê jî hêzên PKKê li yekîneya operasyonê xist û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir û çarçoveya operasyonê berfireh kir.
Li gor daxuyaniya PKK herwiha hatiye diyarkirin ku hêzên wê de 28'ê Gulanê saet 17 de li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê, li dijî leşkerên li ber çêkirina qereqoleke li qada Çelê Buka bûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker ên Tirkiyê hatin kuştin.
PKKê dibêje ku hêzên wê yên YJA Starê 24'ê Gulanê saet 21:30'î li navça Licê ya Amedê li dijî stasyoneke bazê ya li gundê Hindivê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de stasyona bazê îmha kirin.Herwiha hêzên YJA Starê 25'ê Gulanê jî li nêzî gundê Mizakê li dijî stasyona bazê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de stasyon îmha kirin.
PKKê di daxuyaniya xwe balê dikişîne ser êrişên artêşa Tirkiyê û radigehîne ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ji 25'ê Gulanê ve qadên Şêxzade, Kolik û Sinînê yên herêma Xakurkê her roj bombe dike. Di bomberadûmana 28'ê Gulanê de zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû, her wiha sivîlekî li baxçeyê xwe birîndar bû. Balafirên şer her wiha 28'ê Gulanê saet di 09:30'î de qada Werxelê ya herêma Zapê û saet di 17:45'an de jî qada Tepê Sor a herêma Avaşînê bombe kirin.
PKK dibêje: Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."