Li Tirkiyê 30 kesên din ji ber virûsa Koronayê mirin
May 28, 2020 21:57 Asia/Tehran
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezîrê Tendirustiya Tirkiye ve hatin diyarkirin, di nava 24 seatan de 30 kesên din ji ber vîrûsa koronayê li vî welatî mirine.
Li gorî agahiyên ku Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca îro 28 gulana 2020 diyarkirin, di nava 24 seatan de 1 hezar û 182 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketîn û 30 kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dan.
Bi giştî li Tirkiyê 160 hezar û 979 kes bi vîrûsa Covid-19 ketine û 4 hezar û 461 kes jî jiyana xwe ji dest dane.