Li ser riya leşkerên Tirkiyê li Idlibê teqîn çê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316242-li_ser_riya_leşkerên_tirkiyê_li_idlibê_teqîn_çê_bû
Li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê li ser riya karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê teqînek çêbû û li gor agahiyan, efserekî artêşa Tirkiyê di teqînê de hatiye kuştin û hejmarek leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2020 06:03 Asia/Tehran
  • Li ser riya leşkerên Tirkiyê li Idlibê teqîn çê bû

Li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê li ser riya karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê teqînek çêbû û li gor agahiyan, efserekî artêşa Tirkiyê di teqînê de hatiye kuştin û hejmarek leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ji herêmê, teqîn li ser riya M4 a navdewletî û di dema derbasbûna karwaneke hêzên Tirkiyê de çêbûye.

Ajansa DHA ya Tirkiyê ragihandiye, ku di encama teqînê de hejmarek leşkerên wî welatî birîndar bûne, ku birîna hinekan giran e.

Li gor zanyariyan, di teqînê de efserekî artêşa Tirkiyê yê bi navê Canbert Tatar hatiye kuştin.

Hatiye ragihandin, ew efserê hatî kuştin, jidayikbûyê bajarê Xarpêtê yê deverên kurdî li Tirkiyê bûye, lê malbata bavê wî jî ji parêzgeha Dêrsimê ye.