Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de 5 hêzên PKKê canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316237-di_bombebarana_firokeyên_tirkiyê_de_5_hêzên_pkkê_canê_xwe_ji_dest_dan
Şeva derbasbûyî di nav gundê Sefre yê bajarokê Mawet ê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê de firokeyên Tirkiyê otomobîleke gerîllayên PKKê kir armanc û nexweşxana Mawet jî hat wêrankirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2020 05:17 Asia/Tehran
  • Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de 5 hêzên PKKê canê xwe ji dest dan

Şeva derbasbûyî di nav gundê Sefre yê bajarokê Mawet ê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê de firokeyên Tirkiyê otomobîleke gerîllayên PKKê kir armanc û nexweşxana Mawet jî hat wêrankirin.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Mawet Kameran Hesen ji Rûdawê re got: “Saet nêzîkê 12ê şeva borî li gundê Sefre ser bi Şarbajêr, firokeyên Tirkiyê du mûşek avêtin otomobîleke gerîlayên PKKê ku di nav gund re derbas dibû, mûşekek li otomobîlê ket ku 5 endamên PKKê yên têde bûn hatin kuştin.”

Li gor ragihandina Rûdawê, Qeymeqamê Mawet da zanîn ku mûşeka din jî li nexweşxana gund ketiye û got: “Nexweşxane wêran bûye, lê ya baş ew bû ku ti nexweş û karmendên tendirûstiyê di nav nexweşxanê de nebûn, zerara maddî gehiştiye çend malan jî.”

Li gor Kameran Hesen, ji sala 2017an ve firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî wê navçeyê bombebaran dikin.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Asosayê di encama êrişeke asamnî ya artêşa wî welatî de 5 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane.

Derbarê bûyerê de heta niha ji aliyên PKKê ve ti daxuyanike nehate dayîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi bi wasiteyên keşf û çavdêriyê cihê wan gerîlayên PKKê hatibûn tesbîtkirin.

Lê belê tevî vê îdiaya dewleta Tirkiyê, bi caran îsbat bûye ku dewleta tirk bi saya îstifada nerewa ji rewşa aborî ya hin kesên lawaz li Herêma Kurdistanê, bi dayîna pere an jî serastkirina derfeta şixulînê ji wan re bi saya mirovê ser bi xwe, wan kesan ji xwe re dikin ajan û sîxor da ku cihê hêzên PKK ji Tirkiyê re rapor bikin.